Pakistanê 800 Efgan binçav kir, Qabûlê nerazîbûn nîşan da
Sefaretxaneya Bilind a Efganistanê ya li Îslamabadê diyar kir ku penaber jî di nav de nêzî 800 Efganên li Pakistanê bi rengekî kêfî hatin binçavkirin.
Sefaretxaneya Bilind a Efganistanê ya li Îslamabadê diyar kir ku penaber jî di nav de nêzî 800 Efganên li Pakistanê bi rengekî kêfî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya seferatxaneya bilind de ya li ser X'ê hate weşandin, hate gotin "Binçavkirina mirovên penaber an jî xwedî vîze û dersînorkirina wan, encamek ji kêmasiya di şênberiya di prosedurê de ye." Her wiha hate gotin, ev kiryar dibe sedem ku malbat bi rengekî trajîk ji hev cuda bibin. Wezareta Karên Derve ya Pakistanê li ser mijarê daxuyanî neda.
Pakistanê bi kampanya dersînorkirinê ya komî re ku dawiya sala 2023'an destpê kir, zêdeyî 780 hezar Efgan li welatê wan vegerand. Vê kampanyayê bandor li sed hezaran Efganan kir ku piştî Talîban sala 2021'ê li Efganistanê ji nû ve bû desthilatdar, destpê kir.