Li Stenbolê şahiya jinan: Xweparastina me xwerêxistinkirin e

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di şaahiya jinan a li Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê ya li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û got, "Xweparastina me xwerêxistinkirin e."

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em li dijî kûrkirina xizaniya jinê ne” li qada vekirî ya li taxa Kartal a Stenbolê şahî li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinên ku bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyê bûn dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.

'XIZANIYA JINAN PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE'

Piştî axaftina vekirinê, Halîde Turkoglû axivî. Halîde Turkoglû bal kişand ser dirûşmeya "Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em li dijî kûrkirina xizaniya jinê ne" û  anî ziman ku pirsgirêka jinê yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Halîde Turkoglû li ser xizaniya jinê ya di vê demê de rawestiya û wiha berdewam kir:“Li cihên ku em diçinê bi israr behsa xizanbûna jinan dikin û em ê bikin jî. Heta ku em azad û wekhev nebin kes azad nabe. Em jin di hedefa desthilatê de ne. Em ji jiyana civakî heta siyasetê di her qadên jiyanê de bi xizaniyê re rû bi rû ne. Pirsgirêka jinan jî pirsgirêka demokrasiyê ya vî welatî ye. Li her derê gel li dijî şer û ranta desthilatê serî hildide. Kedkar, gundî, jin, karker ji bo keda xwe serî hildidin. Xizanî tiştekî wiha ye Li aliyekî êrîşî mafên me dikin, li aliyê din êrîşî me dikin. Jin bi birçîbûnê têne ceribandin. Yên ku ji me didizin, bi dizîna rizqê me li ser piyan namînin.”

'EM Ê BI SERHILDANA XWE HEBIN'

Halîde Turkoglû bal kişand ser polîtîkayên tundî, tacîz û komkujiyên desthilatê yên li hemberî jin û zarokan dimeşîne û bi bîr xist ku têkoşîna hevpar a li dijî vê gelekî girîng e. Halîde Turkoglû axaftina xwe wiha domand: “Ev hemû pirsgirêk bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. Israrkirina di polîtîkayên şer de desteserkirina îradeyê ye. Lê di sedsala 21’an de yên ku me înkar dikin em ê jî wan înkar bikin. Em ê hebin, lê em ê wekî xwe hebin. Em jin bi serhildana xwe hene. Ev tê wateya yekîtî û hevgirtina li dijî şer. Em jin, yên têdikoşin, gel û kedkar baş dizanin; em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Me di her warê jiyanê de li her derê gotiye; Xweparastina me xwerêxistinkirin e. Meclisa Jinan a DEM Parrtiyê xwedî mîraseke xurt e. Em ê nehêlin ku li vî welatî desthilatdarî hebûna xwe bidomîne. Em partiyeke ku hêviyê didin vî gelî. Em dibêjin demokrasî ji bo her kesî ye. Em ji bo nasname, bawerî, jin û zarokan demokrasiyê dixwazin. Em di têkoşîna xwe de bi biryar in. Çareserî bi jinan re ye.”

Halîde Turkoglû girtina Hevseroka DEM Partiyê ya Herêma 1’emîn Dîlber Demîr û êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li hemberî van êrîşan paşve gav neavêjin.

Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derketin ser dikê û hemû jinan li ber stranan govend gerandin. Şahî bi tililî, çepik û berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.