Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinên cuda dewam dike

Komxebata Kovara Jineolojiyê di roja duyemîn de bi rûniştinên bi sernavên “Li dijî êrîşên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” û “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” dewam dike.

Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Di sedsala 21’emîn de li dijî pergala desthilatdar a mêre politikaya têkoşînê û rêbazê wê” di roja duyemîn de berdewam kir. Komxebat, li eywana konferansan a li hotêleke bajar tê lidar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên jin ên DEM Partiyê, siyasetmedar Sebahat Tuncel, hevşaredar, femînîst û gelek jin beşdarî komxebatê bûn.

Moderatoriya rûniştina “Li dijî êrîşên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz kir. Ji Tora Jinan Ruya Kurtuluş û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî weke qiseger tevlî bûn. 

Piştre jî rûniştina “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” hat lidar xistin. Moderatoriya wê endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa kir û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Elter û lêkolînera femînîst Semîha Ari jî weke qiseger beşdar bûn. 

Herî dawî jî dê rûniştina “Li dijî şer, mezinbûna rastgiran û milîtarîzmê ya netewe-dewletan, têkoşîna hevpar a lêgerînên azadî û aştiyê ya jinan” were lidar xistin. 

Ji endamên kovarê Rojda Yildiz dê moderatoriya rûniştinê bike û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî dê weke qiseger beşdar bibe.

Komxebat, ji çapemeniyê re girtî didome û piştî rûniştinan dê bi dawî bibe.