Li Endonezyayê nîqaşên li ser Jineolojiyê

Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê li Endonezyayê bi çalakiyekê hate nîqaşkirin.

LI ENDONEZYAYÊ JINEOLOJÎ

Komek ji xwendekarên Papûayî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi pêşkêşiyek li ser mijara dîroka Mezopotamyayê û dîmenên ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hate amadekirin, dest bi çalakiya xwe kir.

Di nîqaşan de hate ragihandin ku femînîzm a ku girêdayî kevneşopiya cîhana Rojava ye li têkoşînên li Endonezya û Papûayê nayê û demokrasiya bê dewlet û îdeolojiya rizgariya jinê hatin nirxandin.

Her wiha hate ragihandin ku fikrên Abdullah Ocalan aliyên kêm ên analîzên li ser fikrên sosyalîst ên sedsala 20'an temam kirine û di çalakiyê de mijara xweparastinê jî hate nîqaşkirin.

Çalakiya ku ji ailyê ABC û Rêxistinên Karkeran ve hate lidarxistin li Endonezyayê çalakiya sêyemîn e ku li ser mijarê tê lidarxistin.