Li Mêrdînê mirina bi guman a jineke ciwan a astengdara zihnî

Li navçeya Qoser a Mêrdînê jineke ciwan a bi navê Esra Bogurcu, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Dunaysir a navçeya Qosera Mêrdînê li gorî îdiayê; pêr Esra Bogurcu (19) ya astengdara zihnî bi sîleha bavê dileyîze. Hat îdiakirin ku Bogurcu bi şaşî gule berî xwe daye û birîndar bûye. Wê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Bi xedariya rewşa Bogurcu re wê ji vir jî radikin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî Bogurcu jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. Malbatê cenazeyê keça xwe wergirt û li Qoserê veşar.

DI 8 MEHAN DE HERÎ KÊM 280 JIN HATIN QETILKIRIN, 50 MIRINÊN BI GUMAN ÇÊBÛN

Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û bi dehan jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest didin.

Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê “Rapora 8 Mehan a Cînayetên Jinan” weşand. Li gorî raporê di navbera 1’ê Çile- 31’ê Tebaxa 2024’an de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 50 jinan jî weke “mirina bi guman” hate qeydkirin. 153 jin bi çekê, 60 jî bi amûrên birek hatin qetilkirin.