Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 11 jin û 7 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî statîkên ajansa NÛJINHA’yê berhev kirine, ji ber zîhniyeta serdest a mêr li Îranê şîdet û hejmara qetilkirina jin û zarokan zêdetir dibe. Li welat di nava mehekê de 16 jin, 5 zarok hatin qetilkirin, 11 jin û 7 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Statîkên ku beşa Farisî ya ajansa NÛJINHA’yê der barê qetilkirin û mirinên bi guman ên di navbera meha Tebax û Îlonê de ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kirine bi vî rengî ye:

“21’ê Tebaxê: Li Tahranê jinek 80 salî, ji aliyê destgirtiyê neviya xwe ve hat qetilkirin.

22’yê Tebaxê: Li ser riya bejayî ya Hakimiya ya Tahranê, cenazeyê jineke ku nasnameya wê nehat zanîn û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin.

23’yê Tebaxê: Li Necefabad ê Esfehanê jinek ji aliyê neviyê xwe ve hat qetilkirin.

24’ê Tebaxê: Zarokek 16 salî ya Delganî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina zarok weke întihar ket qeydan.

25’ê Tebaxê: Li bajarê Darehshahr ê Îlamê, Shahriyuma ya 17 salî ya bi navê Mobîna Zainivad ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

25’ê Tebaxê: Du jinên ciwan ên di navbera 16-18 salî yên bi navê Mobina Khazaei û Sonia li ber xeta rêya hesin a Mehrshahr ya li Karajê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dayî hatin dîtin.

26’ê Tebaxê: Li Tahranê jinek 65 salî ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.

27’ê Tebaxê: Li gundê Shiler Bukan ê girêdayî Miandoab Shima Ramshek a 14 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina Shima Ramshek weke întihar ket qeydan. Hat zanîn ku hewl didan zaroka keç bi zorê bidin zewicandin.

27’ê Tebaxê: Jinek ciwan a Tahranî ya 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û weke întihar ket qeydan.

31’ê Tebaxê: Haniyet Mursali ya ji Mahabadê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Weke întihar ket qeydan.

1’ê Îlonê: Xwendekara tibê ku li wîlayeta Hormozgan perwerdeya xwe temam kir, Zahra Malekî Ghorbanî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.

2’ê Îlonê: Jinek koçer li gel hevjîn û kurê xwe yê 4 salî ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê failan dewarên malbetê jî dizîn.

4’ê Îlonê: Li zanîngeha Tahranê erkdara perwerdeyê Yasmîn Rahmetî li gel hevjînê xwe ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.

5’ê Îlonê: Li çolên li herêma Mahan a Kerman jineke navsere bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin.

7’ê Îlonê: Jinek 36 salî ku nasnameya wê nehat zanîn û li Îlamê dijî, bi awayekî qetilkirî hat dîtin.

7’ê Îlonê: Li bajarê Nikşehr Nazanîn Beliçî ya 17 salî ji aliyê mêrê xizmên xwe ve hat qetilkirin.

7’ê Îlonêê: Jina ciwan a 17 salî ya bi navê Roya Rigî ku bi zorê dihat xwestin were zewicandin, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û bûyer weke întihar ket qeydan.

8’ê Îlonê: Li eraziyek çandiniyê yê li Lîvana girêdayî navçeya Bandargaz jinek û hevjînê xwe bi guleyê qetilkirî hatin dîtin.

8’ê Îlonê: Jinek Efgan a 36 salî li Bakirşehir dijiya, ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.

8’ê Îlonê: Jinek parêzer bi navê Soheila Memarî, li ofîsa xwe ya li bajarê Malair ya li eyaleta Hamadan ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.

8’ê: Îlonêê: Jinek temenê wê 40 salî ku nasnameya wê nehat zanîn, ji pira Meşhed Sergî ket û jiyana xwe ji dest da.

9’ê Îlonê: Girtiya siyasî ya berê Sara Deldar di dema şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin, ji ber enfeksiyona guleyên di beden û serê wê de jiyana xwe ji dest da.

9’ê Îlonê: Jinek navsere ya li Arakê dijiya ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

9’ê Îlonê: Jina bi navê Narîn Ravan a ji gundê Naçit Bukan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.

10’ê Îlonê: Jinek extiyar a li bajarê Ray dijiya, ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.

10’ê Îlonê: Jina ciwan a bi navê Maryan ku li Tahran dijiya, piştî dawetê rojekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku Maryan ji dermanê ku xwariye bi jehrê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

11’ê Îlonê: 30 kilometre dûrî gundê Akbarabad Dehreza yê girêdayî bajarê Regan zaroka keç a 3 salî ku du roj winda bûn û zarokek 6 mehî bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.

12’ê Îlonê: Jinek 40 salî ku li Tahranê dijiya û paqijiya dibistanekê dikir ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

15’ê Îlonê: Jinek ku nasnameya wê nehat zanîn û li Ahvazê dijiya, ji pira çerem a çemê Karun ket û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

15’ê Îlonê: Jinek bi navê Ronak (Jiran) weke Tosalipur dihat zanîn xelkê Andimeshk, ji aliyê mêrê ku nedixwest pê re bizewici ve hat qetilkirin.

16’ê Îlonê: Li bajarê Benab jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hat qetilkirin, heman kesî dayika hevjîna xwe û birayê hevjîna xwe jî qetil kir.

16’ê Îlonê: Yalda Rahimî ya 17 salî ya xelkê gundê Demab ê girêdayî bajarê Baghmalek ê eyaleta Horasan li avahiya ofîsa komîteya alîkariya bajar bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke întihar ket qeydan.

17’ê Îlonê: Jinek ciwan a 17 salî ku li Pehra dijiya û bi zorê hatibû zewicandin, piştî zewacê du hefteyan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke întihar ket qeydan.

18’ê Îlonê: Zaroka 16 salî ya bi navê Heda Hakimî ku li bajarê Şîno dijiya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.

19’ê Îlonê: Li Tahranê jinek ciwan a 26 salî ji pira li ser riya bejayî ya Îmam Alî ket û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.