Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê di roja 26'emîn de ye

Çalakiya nobedê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser sînorê Qamişloyê destpê kir, di roja 26'an de dewam dike.

Li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên SMO'yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobedê di roja 26'an de ye.

Şêniyên herêmê serê sibehê li qada çalakiyê li hev kom bûn, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" qîriyan û govend gerandin. Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz û gelek kes tev li nobetê bûn.

Di çalakiya nobedê de wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hildan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de şehîd bûn.

Salîha Aydenîz li çalakiyê axivî û anî ziman ku bi zanebûn êrîş li dijî rojnamevanan hate kirin. Salîha Aydenîz got, "Cîhan û Nazim rastî digihandin raya giştî. Qetilkirina wan sûcekî navneteweyî ye û wê nikaribin vî sûcî binixumînin. Hûn ji rastiyê ditirsin, lê belê rastî wê di tarîtiyê de nemîne. Divê cenazeyên wan tavilê radestî malbatên wan bêne kirin."

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku sîstema li Rojava hatiye avakirin li cîhanê mînakeke çareseriyê ye û got, "Çareserî di fikrê Birêz Ocalan de ye, di nava jiyaneke aştiyane û wekhev de ye. Heta ku statuya Rojava neyê naskirin û mafên Kurdan neyên qebûlkirin em ê vê nobedê bi dawî nekin. Têkoşîna me heta encamwergirtinê wê dewam bike."