Li Îranê girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê dikin
Li Girtîgeha Evîn a Tehranê 48 girtiyên siyasî yên jin li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Li Girtîgeha Evîn a Tehranê 48 girtiyên siyasî yên jin li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Li gorî ajansa Jinhayê, li Îranê 48 girtiyên siyasî yê jin ên li girtîgeha Evînê, li dijî zêdebûna cezayên darvekirinê yên li girtiyên siyasî hatî birin, biryar dan îşev di saet 22:00’an de dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtiyên siyasî yên jin diyar kirin ku wê çalakiya wan heta saet 22:00’an a şeva 25’ê Îlonê dewam bike.