Pexşan Ezîzî nayê derman kirin

Hat diyarkirin ku Rojnamevan Pexşan Ezîzî li zindana Evînê ji ber pirsgirêkê serêşiyê daxwaza tedawî kiriye, lê daxwaza wê hatiye astengkirin.

Li Îranê rojnamevan Pexşan Ezîzî ku di derbarê wê de biryara darvekirinê hatibû dayîn, li girtîgeha Evînê nexweş ketiye, lê daxwaza wê ya tedawiyê nayê qebûlkirin.

Ji hesabê Pexşan Ezîzî yê medyayê dîjîtal daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Pexşan Ezîzî nexweşiyeke giran a serêşiyên ketiye û ji bo bê tedawîkirin malbata wê hemû mesrefên tedawiyê pejirandiye û pêşwazî kiriye. Lê ligel vê jî çûyîna wê ya bijîşk hat astengkirin.”