ROJIN: Ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) serdegirtina polîsan a bi ser mala rojnamevan Rabîa Onver şermezar kir û got, “Rabîa ku ku îmze avêt nûçegihantiyeke wêrek ne bi tenê ye, ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin.”

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) bertek nîşanî serdegirtina polîsan a bi ser mala rojnamevan Rabîa Onver da ku ji ber nûçeya têkildarî fihûş û hişbirê ya li Colemêrgê çêkir hedef hate girtin.

Daxuyaniya ROJIN’ê ya li ser mijarê wiha ye: “Rabîa Onver ne bi tenê ye ku ji ber nûçeya bi ser navê “Li Colemêrgê şerê taybet” çêkir, derbarê wê de biryara girtinê hat derxistin û bi ser mala wê de girtin. Rabîa ku ku îmze avêt nûçegihantiyeke wêrek, hewcedariyên pîşeya xwe bi cih aniye û rastiyan ragihandiye.

Rabîa ku bi vê nûçegitantiya xwe ya wêrek mafê agahîgirtinê ya raya giştî jî parast, li Tirkiyeyê rêya nûçegihantiya azad nîşan da. Rojnamevanî ne sûc e. Ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin.”