Rojnamevan Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê

Rojnamevan Peşxan Ezîzî ya ku li Îranê cezaya darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê dîlgirtin rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê dîlgirtin, rakirine nexweşxaneyê.

Hate gotin ku bijîşkan ragihandiye ku pêwîstiya Pexşan bi nexweşxaneyê heye û divê were dermankirin

Hêjayî gotinê ye di 23’yê mehê de li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hate diyarkirin ku rê nadin Pexşan Ezîzî were dermankirin. Di wê peyamê de hatibû gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine. Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîşk.”