Li Lozanê standa "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" hat vekirin

Endama Meclisa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû serdana standa ku rastî eleqeyek mezin hat, kir û bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd erka xwe pêk bînin.

Meclîsa Jinan a Lajînê di çarçoveya kampanya Tîrêjên Rojê ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin de li bajarê Lozan ê Swîsreyê stand vekir.

Li standa ku rastî eleqeyek mezin hat, belavokên li ser nasandina Meclîsa Jinê ya Lajîn û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Endama Meclîsa Lajînê Rûken Azik bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bertekê nîşan bidin û tevlî kampanya Tîrêjên Rojê bibin.

Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê û Seroka Koma Meclîsa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû ku serdana standa "Ji Abdullah Ocalan re azadî" kir, diyar kir ku paradîgmaya azadiya demokratîk a ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin bûye çavkaniya hêviyê.

Koyûncû wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de aktorekî girîng e. Bêdengiya CPT û saziyên navneteweyî yên li hemberî tecrîdê, wan dike hevparê vî sûcî. Em bang li van saziyan dikin ku erka xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bînin.”