Kongra Star bang li Konseya Ewropayê kir

Meclîsa Kongra Star nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir ku temaşekirina li tecrîdê tê wateya erêkirina tecrîdê.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 17’ê Îlonê de biryar dabû ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025ʹan bişopîne. Meclisa Kongra Star li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Berxwedana dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji 26 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de raber dike, bersiva siyaseta qirkirina siyasî, leşkerî û çandî ye ku rejîmên cîhanê yên hegemon û alavên wê li ser herêmê dimeşînin. Di serî de rejîma Erdogan, li dijî gelê Kurd û gelên banga azadiyê dikin, van binpêkirinan dimeşînin. Rêber Abdullah Ocalan teoriya neteweya demokratîk û konfederaliya Rojhilata Navîn a demokratîk pêşkêş kir, azadiya jinan û rola wan ya teware û sereke wek bingeha pêkanîna civaka polîtîk-exlaqî dît. Li gorî girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a pêşkêşkirina çareyên bingehîn ji pirsgirêk û aloziyan re, her wiha ji bo xizmeta tevahî mirovahiyê, pêngava navneteweyî ya ʹJi Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîʹ hat destpêkirin. Lê pergala îşkence û tecrîdê ya li dijî Rêbertî bi bihane û hincetên derew tu têkiliya xwe bi nirxên mirovî û prensîbên mafên mirovan re tune ye. Ew yek nîşaneya zîhniyeta faşîst û destpotiya AKP-MHPʹê ye.

Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku piştî civîna di 17ʹê Îlonê de li ser pergala îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye dayîn ku rewşa li Îmraliyê heta Îlona 2025ʹan bişopîne, mîna erêkirineke tiştên li Îmraliyê e.

Em Meclisa Kongra Star, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li biryara xwe vegere, her wiha bang li civata navneteweyî, NYʹyê û saziyên hiqûqî dikin ku bi erkên xwe li hember binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên û ʹmafê hêviyêʹ rabin.

Her wiha em bang li tevahî hêzên sosyalîst, demokratîk, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku tev bigerin û bi rêya piştgirî û beşdarbûna aktîf li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna hevbeş xurt bikin. Her wiha em tevgera Kongra Star, em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin."