BI DÎMEN

'Girîng e ku jin karên xwe nîşan bidin û pişta xwe bidin behremendiyên xwe'

Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e û jinên beşdar têkildarî vê yekê diyar kirin ku girîng e ku jin pişta xwe bidin behremendiyên xwe.

Festîvala Payîzeyê li bajarokê Kelarê berdewam e ku 50 firoşkarên berhemên destan û xwarinên Kurdî beşdarê bûne. Piraniya beşdarên festîvalê jin in, der barê vê yekê Gulnaz Ercumend û Çira Tahir ji ANF’yê re axivîn.

Gulnaz Ercumendê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew ji bo beşdarbûna li festîvalê ji rojhilatê Kurdistanê hatiye û got: “Ez bi cilên Kurdî û karên destan û şîrîniya Kirmaşanê beşdarî festîvalê bûm, ev festîval gelek baş in ku li Kurdistanê têne lidarxistin, bi taybetî ji bo jinan. Jin dikarin ji bo nîşandana karên xwe beşdar bibin.”

Gulnaz Ercumendê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger ji her çar parçeyên Kurdistanê jin beşdarî festîvalan bibin, dê pêdiviya wan bi tu kesî nebe û wiha domand: “Berê min gelek şîrînî dianî lê ji ber germê min îsal neanî, ji ber ku xerab dibû. Niha ez bi êlek û serpoşên hûnandî ku karên destan in, beşdar bûme.”

Piştre Çira Tahirê amaje pê kir ku ew wek koma Çavê Silêmaniyê hatine Kelarê da ku berhemên xwe bidin naskirin û bi vî awayî axivî: “Berhemên me karê destan û hûnandin û hinek xwarinên hişk in, me tiştên curbecur anîne vir, em kêfxweş in ku xelk bi germî pêşwaziya me dike.”

Çira Tahirê di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku girîng e jin karên xwe di festîvalan de nîşan bidin û çênabe ku behremendiyên xwe veşêrin û got: “Ez pir girîng dibînim ku jin wan karên ku li malê çêdikin, ku gelek karên cihêreng û xweşik in, bikarin li vir pêşkêş bikin da ku bikarin li ser lingên xwe bisekinin û debara xwe bikin. Girîng e jin beşdarî festîvalên wisa bibin. Ez kêfxweş im ku ez van jinan li vir dibînim û em bi hev re kar dikin.”