Komxebata Jineolojiyê: Em li dijî tundiyê têkoşînê bilind dikin

Derya Aydin di komxebata Jineolojiyê de wiha got: "Em rû bi rûyê gelek şêwazên cuda yên mêtingeriyê ne. Hemû destkeftiyên jinan di bin xeteriyê de ne.”

Komxebata Kovara Jineolojiyê ya bi sernavê "Di sedsala 21'em de li dijî sîstema desthilatdar a mêr polîtîkaya têkoşînê û rêbazên wê" destpê kir. Komxebat bi tevlîbûna gelek kesan pêk tê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Çigdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Sebahat Tuncel, Huda Kaya û gelek femînîst tevlî komxebatê bûn.

Li eywana komxebatê pankarta "Di sedsala 21'em de li dijî sîstema desthilatdar a mêr polîtîkaya têkoşînê û rêbazên wê" hat darvekirin.

Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Derya Aydin di destpêkê de Nagîhan Akarsel bi bîr anî û wiha got: "Îro jin li hemû cîhanê bi tecawiza komî rû bi rû dimînin. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê jin di eniyên herî pêş ên berxwedanê de şer kirin. Lê îro zîhniyeta mêraniyê hemû destkeftiyên jinan desteser dike. Jin li dijî her cure tundiyê têdikoşin. Jin zêdetirî 100 sal in têdikoşin. Hemû destkeftiyên jinan encama têkoşîneke demdirêj e. Bi taybetî bi mezinbûna şer a piştî 2015’an, îro hemû destkeftiyên bi dest ketine di bin xeteriyê de ne. Di tevahiya vê xeleka şîdetê de, bi taybetî li Kurdistanê qonaxeke tund a tundiyê heye. Bi taybetî em bi qonaxeke cuda ya kolonyalîzmê re rû bi rû ne. Hemû destkeftiyên jinan di bin xeteriyê de ne. Piştî tayînkirina qeyûman di sala 2016’an de pêşî sazî û komeleyên jinan hatin girtin. Jineoloji jî bi mîrata zanista jinê re hewl dide xeteke nû ya têkoşînê biafirîne. Berxwedana jinê ya ku ev nêzî nîv sedsal e li Kurdistanê tê meşandin mîrasê wê ye. Jineolojî jî  hewl dide zanisteke nû ava bike. Zanist xizmeta kê dike gelek salan tê nîqaş kirin. Jineolojî kodên 5 hezar salan ên baviksalarî lêkolîn dike, armanc dike ku zanisteke azadkirina jinê pêşkêş bike."

Deryayê bal kişand ser 10 saliya Jineolojiyê û bal kişand ser girîngiya komxebatê. Deryayê da zanîn ew dixwazin nîqaşên xwe di vê komxebatê de bikin û naveroka komxebatê parve kir.  

Komxebat bi rûniştina xwe ya destpêkê dewam dike.