Milîsên Jin ên Agir û Rojê li bazirganên narkotîkê xistin

Milîsên Jin ên Agir û Rojê li Geverê li bazirganên fûhûş û narkotîkê xistin.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Milîsên Jinê yên Agir û Rojê li Geverê çalakiyên xwe dewam kirin.

Li taxa Esentepe ya Geverê di 9'ê Îlonê de bi çalakiyekê li wan kesan hate xistin ku bazirganiya narkotîkê dikirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li taxa me ya Esentepeyê li nêzî Pîzok TOKÎ bi fîşekên hewaî û çekan li dijî 4 kesên ku madeyên narkotîkê difirotin çalakî hate kirin. Di encamê de kesên bazirganên narkotîkê reviyan û ketin hundirê qereqola polîsên dagirker ên li taxa me."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya 11'ê Îlonê ya li taxa Yeşîldere ya li Geverê jî ev agahî hatin dayin:

"Li hemberî wesayita xwediyê kafeyê yê li taxa me hate bicihkirin û em ê navê wî piştre eşkere bikin, bi molotofê çalakî hate kirin, wesayit bi temamî hate şewitandin."