Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn” axivî û got: “Divê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînek civakî bê kirin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr û rojnamevan Esra Çîftçî ku di nav nivîskarê wê de ne li ser pirtûka “Komxebata Di Girtîgehê De Jinbûn” gotûbêjek li dar xistin. Gotûbêj ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya Şaxa Egîtîm Sena Wanê hat lidarxistin û Hacer Ozdemîr destpêkê behsa xebatên pirtûkê kir. 

Ozdemîr diyar kir ku armanca serdestan ew e ku bi zindanan têkoşîna gelê Kurd bidin qedandin û got ku li dijî zilma li zindanan tevgera gelê Kurd li ber xwe da û dîroka zindana Amedê her kes dizane. 

 Rojnamevan Esra Çîftçî jî bal kişand ser rewşa jinên girtî û girtiyên nexweş û dewlet hemû kîndariya xwe li ser girtiyên kurd didomîne û dewletê her tim li hemberî Kurdan sûc kir. 

 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di gotûbêjê de axivî û bal kişand ser rewşa Kurdan a di girtîgehan de û got: “Ev dewlet 100 sal in li dijî Kurdan sûc dike û bedele bi Kurdan dide. Girtiyên nexweş bi destê dewletê û saziyên tiba edlî tên kuştinê.” 

  Ûçar bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo mirov rewşa polîtîk a Tirkiyeyê bibîne, li Îmraliyê binêrin. 42 meh in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Dewlet û desthilatdar her carê tecrîdê red dikin. Pirgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka Kurd e lê ev pirsgirêk li tu mekanîzmeyek dewletê nayê nîqaşkirin. Tişta ku dewletê aniye vê asta xitimandinê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Her kes rol û rista birêz Ocalan a di pêvajoya çareseriyê dît û wî wek qasidê aştiyê qebûl kir. Wê pêvajoyê dan qedandin û tecrîdê li her deverî belav kirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin.” 

Piştî gotûbêjê pirtûk hatin îmzekirin.