Xelkê Tirbespiyê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiya

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiyan.

Xelkê bajêr ji bo piştgiriya bi QSD'ê re li ber avahiya Kongra Star li hev kom bû û li ber pankarta bi nivîsa "Em hemû QSD'yî ne, QSD rûmet me ye" meşiya.

Girse li kolanên bajar meşiya û li pêşiya avahiya meclisa bajar rawestiya. Li wir ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî. Xaliya bal kişand ser berxwedana YPJ û YPGˈê û bi bîr xist ku ji destpêka şoreşê ve YPJ û YPGˈê erka parastina axa Sûriyeyê girtiye ser xwe û li hember êrişên çeteyan û yên dagirkeriyê li ber xwe didin û wiha domand: "Yên îro dibêjin bila QSD çekê deyne, dewleta Tirk a dagirker e û kesên ku hewl didin Sûriyeyê wêran bikin."

Xaliya anî ziman ku pêkhateyên Tirbespiyê ji bo piştgirtiya QSDˈê ev meş li dar xistiye û amade ne ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û şoreşê her tiştî bikin.

Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê" û "Bijî berxwedana Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê" bi dawî bû.