JIN
Hemû Nûçe
-
'Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat'
KJAR’ê bi wesîleya 19’emîn salvegera şehadeta Zîlan Pepule (Latîfe Selamet) daxuyaniyek da û got, “Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat.” -
Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di “Mihrîcana Jin û Xweza û Çandê” ya li Gimgimê de axivî û got: “Dema me li wî wêneyî nihêrtî me ne şerm, berxwedan dît. Me ne kesên ew teşhîr kirî, îradeya Ekîn Wanê li dîrokê nivîsand.” -
'Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye'
Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Sultanê Xişo li ser xebat û armancên weqfa jina azad axivî û diyar kir ku xebatên weqfa jina azad li ser esasê komîteyan tê avakirin û armanca xebata weqfê avakirina kesayeta jinek azad e. -
Sebahat Atabey hate veşartin
Sebahat Atabey a li Ceyhanê hate qetilkirin, li Cizîrê ji aliyê jinan ve hate veşartin. -
Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş
TJA’yê li navçeya Wêranşar a Rihayê, li dijî komkujiyên jinan meş lidar xist. -
Kongra Star Zîlan bi bîr anî
Kongra Star got, “Zîlan bi rêya şervaniya xwe, bi bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û bi hewldana avakirina civatek demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk azad, jiyan ji nû ve pênase kir.” -
PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!
PAJK’ê, bi hezkirin, hurmet û minetdarî hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku xeda fedaî da destpêkirin û Sema û Gulan ên ku dan ser şopa wê bibîr anî û got, “Meha Hezîranê di têkoşîna me ya azadiya jinan de meha jinên fedaî ne.” -
YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da
YRJ’ê bi boneya salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin. -
Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
Hat ragihandin ku mafê tedawiyê yê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî tê astengkirin û rewşa wê metirsîdar e. -
Meryem Fethî: Em alîgirê azadiyê ne, ne yê şer in
Nûnera KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fethî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de nirxand û got, “Weke xelkê Rojhilat em ne alîgirê vî şerî ne.” -
Swîsre ji 'Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz' re amade ye
Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk were. -
Halîde Turkoglu: Çareseriya şer bi guhertina bingehîn re pêkan e
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku ji bo aştiyê şoreşa zîhniyetê şert e û got: "Ji bo aştiyeke rastîn, divê jin mil bidin hev." -
MKG: Em bi Zeynep Durgut re ne
MKG'ê têkildarî gefa li hemberî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut daxuyanî da û diyar kir ku ew gefan qebûl nakin û bi Zeynep Durgut re ne. -
Jin ji bo Gulîzar Yildizê li ser piyan e: Êdî kêr gihîştiye hestî!
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan. -
Jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Em ê kesek din winda nekin
Jin li Amedê li dijî zêdebûna qetilkirina jinan û polîtîkayên bêcezatiyê meşiyan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mafê jiyanê yê jinan nabe ku bikin qurbaniya daxwazên siyasî." -
YJK-S’ê ji bo Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bang kir
Festîvala jinan a ku her sal di pêşengita Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de ji bo bîrananîna yek ji pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz tê lidarxistin îsal jî cara 12’emîn wê di 28’ê Hezîranê de were lidarxistin. -
TJA, DBP û DEM Partî serdana şîna Gulîzar Yildiz kirin
TJA, DBP û DEM Partî bi girseyî serdana şîna Gulîzar Yildiz kirin ku şeva Yekşemê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat qetilkirin. -
Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
Baroya Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz a hate qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn ew ê têbikoşin. -
Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir
Lotte Errell; jineke wêrek ku bi objektîfa xwe cîhanê keşf dikir. Weke rojnamevan û pêşengek jin di destpêka sedsala 20’emîn de sînor derbas kir û çandên cuda belge kirin. -
Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in." -
3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin
Di 3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê de îşaret bi rola jinên Kurd di avakirina yekîtiya neteweyî û civaka demokratîk de hate kirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku bêyî azadiya jinê aştî pêkan nabe. -
Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû
Festîvala Jinan a Zîlan îsal cara 19’emîn li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Destketiyên Jinê Biparêz e” hate lidarxistin. Festîval diyarî jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, hate kirin. -
KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe
KJK’ê ji 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan re peyam şand û got, “Divê em ramanên Rêber Apo zêdetir bixwînin, nîqaş bikin û bikin pisûleya jiyana xwe. Divê di rêya şoreşa jinê de em her deverê û her kêliyê veguherînin hêza jinan a rêxistinkirî.” -
Peyamên ji bo Konferansa Jinan: Yekîtiya neteweyî azadî ye
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Kongra Star û Berdevka berê ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan ji bo 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd re peyam şandin. -
Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd destpê kir
3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd, bi dirûşmeya, “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" destpê kir.