YJK-S’ê ji bo Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bang kir

Festîvala jinan a ku her sal di pêşengita Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de ji bo bîrananîna yek ji pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz tê lidarxistin îsal jî cara 12’emîn wê di 28’ê Hezîranê de were lidarxistin.

FESTÎVALA JINAN A SAKÎNE CANSIZ

Festîval wê li Qada Kasernenareal a li bajarê Zurihê bi şîara ‘’Bi Jin Jiyan Azadiyê re Destkeftiyên Jinan Biparêze’’ were lidarxistin. Festîvala ku wê di 282ê Hezîranê de li Qada Kasernenareal a li bajarê Zurihê were lidarxistin, wê bi dirûşmeya ‘’Em bi Jin Jiyan Azadiyê re Birêxistinbûna Demokratîk Ava Dikin’’ were lidarxistin. 

YJK-S’ê bi daxuyaniyeke nivîskî di serî de jin bang li hemû kesên li Swîsreyê dijîn kir ku beşdarî festîvalê bibin.

‘BI JIN JIYAN AZADIYÊ RE DESTKEFTIYÊN JINAN BIPARÊZE’

YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir.

Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şerî yên ji aliyê hêzên hegemonîk  ve tên ferzkirin, jinan, zarokan û gelan hedef digirin.  Di gel ku polîtîkayên pergala serwer a mêran ên dagirkerî û tuneker avaniyên exlaqî û polîtîk ên civakê têk dibin, banga Rêbertiya me ji bo gelan bûye xeta rizgarî û berxwedanê.

Avakirina civaka demokratîk, li gel kesayeteke şoreşger-sosyalîst bi pêşengtiya jinan a birêxistinkirî pêkan e.  Li gel vê yekê em 12’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi şîara ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê re Destkeftiyên Jinan Biparêze’ li dar dixin, Rêbertîya xwe silav dikin û soza xwe ya têkoşînê dubare dikin.’’

‘JIYANA WÊ TIM ŞER BÛ’

YJK-S’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser mirateya têkoşîna Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li bajarê Parîs ê Fransayê li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê hatî qetilkirin û ev yek hatin gotin: ‘’Di sepandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û ya xwe dispêre azadiya jinan de Heval Sakîne Cansiz xeteke pêşeng afirandiye. Bi gotina ‘Jiyana min tim şer bû’ jiyana xwe bexşandiye berxwedanê û li hemberî êşkenceyan serê xwe netewandiye.

Berxwedana Sakîne Cansiz li Bakur dest pê kiriye, ji Şoreşa Rojava re pêşengtî kiriye û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re ji bo hemû Kurdistan û cîhanê bûye hêvî.

Rastiya Sarayê, cewhera  têkneçûyî ya Tevgera Azadiya Jinan û gelê Kurd e. Sakîne Cansiz tê wateya azadî, jiyan û têkoşînê. Ev mîrateya birûmet li seranserê cîhanê ji aliyê jinan ve tê parastin û zindîgirtin.’’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xeta Sakîne Cansizê têkoşîn pêş xistiye û ev yek hatin gotin: ‘’Sara bangek e; ji bo jinan peymana azadiyê ye. Qîrîna azadiyê ya li hemberî faşîzmê ya li gel xeta wê rêya me ye. Em ê hemû tarîtiyan, komployan û êrîşan li gel xeta militaniya Apoyî ya Sarayê têk bibin.

Têkoşîna Sarayan, Evînan, Rojbînan, Ronahiyan, Zarîfeyan, Leyla Qasiman, Zîlanan, Besê Anûşan, Bêrîtanan, Zeyneb Celaliyanan, Arîn Mîrkanan û gelekên din ji bo me peyrewên wan bangeke mezin a têkoşînê ye.’’

‘KESÊN XWEDÎ ÎDÎAYA AZADIYÊ DIVÊ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE CIHÊ XWE BIGIRE’

Di dawiya daxuyaniyê de li hemû jinên azadîxwaz re banga beşdarbûna têkoşînê hate kirin û ev yek hatin gotin: ‘’Divê hemû jinên ku li hemberî faşîzm û serweriya mêran xwedî îdîaya azadiyê ne, di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigirin. Dem dema wê ye ku em xeyalên hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Li gel vê berpirsiyariya mezin di serî de jin em hemû gelê xwe, ciwanan û dostên xwe vedixwînin 12’emîn Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz.’’