CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îdîaya ‘Îsraîlê li Îranê xist’
Qenalên televîzyonên li DYE’yê diyar kirin ku Îsraîlê êrîşa hewayî li ser Îranê pêk anî. Îranê jî êrîş derewand. -
Li Elmanyayê bi gumana sîxuriyê du Rûs hatin girtin
Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal a Elmanyayê du Rûs yên ku bi gumana ji bo sabotekirina piştgiriya leşkerî ya ji Ûkraynayê re plansaziya çalakiyên sabotajê kirine, hatine girtin. -
Yekîtiya Ewropayê hin pêkanîn li ser Îranê ferz kir
Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye li ser hilberînerên fuze û balafirên bêmirov ên Îranê pêkanînên nû ferz bike. -
Li Endonezyayê volkan teqiya, xeteriya tsûnamiyê rû da
Li Endonezyayê roja Pêncşemê volkan teqiya û hişyariya tsûnamiyê hate kirin. Bi hezaran kes hatin veguhestin. -
Nasnameya 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên ku di şerê Ûkraynayê de mirin hate tespîtkirin!
Servîsa BBC’ê ya Rûsî û malpera dijîtal Medîazonayê îdia kirin ku wan nasnameya zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên li Ûkraynayê hatine kuştin, tespît kirine. -
Li Darfûrê şerê giran: Herî kêm 25 sivîl hatin kuştin
Li Darfûr a Bakur ku artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter li dijî hev şer dikin, li bajarekî herî kêm 25 sivîl hatin kuştin. -
Li Dûbaî, Ûmman û Bahreynê kaosa ji ber baranê
Li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Ûmman û Bahreynê barana zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. -
Di êrîşa Îsraîlê de fermandarên Hîzbûllahê hatin kuştin
Piştî êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê ku weke bersivdanê pêk anî, Îsraîlê careke din êrîş bir ser Hîzbûllah a Lubnanê û gelek fermandarên wê kuşt. -
Li gorî Ûkraynayê 37 hezar sivîl û leşker winda ne
Li gorî daxuyaniya rayedarên Ûkraynayê ji destpêka dagirkeriya Rûsyayê û heta niha nêzî 37 hezar sivîl û leşker winda ne. -
Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyên li Xezeyê nêzî 34 hezarê bûye. -
Li Endonezyayê bîlançoya hezazê giran bû
Li eyaleta Sûlawesî ya Endonezyayê hejmara mirovên ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes. -
Îsraîl soza bersivdayina êrîşa Îranê da
General Herzî Halevî di axaftina xwe ya li baregeha ji êrîşa Îranê zirar dîtiye de, got ku wê dewleta Îsraîlê bersivê bide êrîşên li dijî axa xwe. -
Li Tanzanyayê ji ber baranê û lehiyê 58 kes mirin
Hikumeta Tanzanyayê ragihand ku ji ber baranê û lehiyê li welêt di nava 2 hefteyan de 58 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Hamas: Li Xezeyê heta niha 33 hezar û 729 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê 33 hezar û 729 kes hatine kuştin. -
Îran: Hemû êriş gihîştin armanca xwe, Îsraîl: Ji sedî 99 hatin têkbirin
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê, diyar kir ku hemû êrîşên wan ên li dijî Îsraîlê gihiştine armanca xwe. Lê Îsraîl jî îdîa kir ku ji sedî 99'ê êrîş vala hatine derxistin. -
Îran: Dibe ku bûyer hatibe girtin
Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Îsraîlê got, "Dibe ku bûyer hatibe girtin" û got, "Tol hate hilanîn." -
Urdunê ragihand ku bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê xistiye
Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn, xistine xwarê. -
Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh kir
Dewleta Îranê li hemberî Îsraîlê bi gelek balafirên bêmirov dest bi êrîşekê kir. -
Li Sydneyê êrîşa bi kêrê: 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Sydneyê di êrîşa ku li navenda danûstendinê hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Polîsekî êrîşkar gulebaran kir û pêşî li komkujiyeke mezintir girt. -
Hollandayê balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê girt
Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ji ber îhtîmala ku Îran êrîşî Îsraîlê bike, balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê girt. -
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Emerîkayê
Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê diyar kir ku Serokwezîrê iraqê Muhammed Şiya Sûdanî çûye Emerîkayê. -
Norvec amade ye ku dewleta Filîstînê nas bike
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ku ji bo naskirina dewleta Filistînê li piştgiriyekê digeriya, piştgirî ji Norvecê wergirt. Norvecê ligel welatên din ragihand ku ji bo naskirina dewleta Filîstînê amade ye. -
Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê
Rageşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe û têkildarî vê yekê Wezareta Karên Derve ya Fransayê roja Înê bang li welatiyên xwe kir ku neçin welatên weke Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê. -
Li Rûsyayê asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe
Li Rûsyayê asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe û rayedaran gotin ku ‘rewş gelekî xirab e.’ -
Rûsyayê bombe li santrala elektrîkê ya herî mezin a Ûkraynayê barand
Rûsyayê li santrala elektrîkê Tripilya ya 50 km li başûrê Kîevê, xist.