Norvec amade ye ku dewleta Filîstînê nas bike

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ku ji bo naskirina dewleta Filistînê li piştgiriyekê digeriya, piştgirî ji Norvecê wergirt. Norvecê ligel welatên din ragihand ku ji bo naskirina dewleta Filîstînê amade ye.

Serokwezîrê Norvecê Jonas Gahr Støre di civîna çapemeniyê ya hevpar a ligel Sanchez de got, "Norvec amade ye dewleta Filîstînê nas bike."

Parlamentoya Norvecê pêşnûmeya ku di meha Mijdarê de ji aliyê partiyên desthilatdar ve hatibû pêşkêşkirin qebûl kir û ji hikûmetê xwestibû ku amade be ku dewleta Filistînê nas bike.

Di destpêka salên 1990’î de, Norvecê malovaniya yekemîn danûstandinên aştiyê yên Îsraîlî-Filîstînî kir ku bû sedema rêkeftina Osloyê ya ku niha nemir bûye. Her du alî li ser bihevrejiyana aştiyane ya di navbera her du dewletên serbixwe de li hev kirin.

Sanchez di daxuyaniya xwe ya ji Osloyê de wiha got: "Spanya bi eşkereyî pêbend e ku dema ku şert û mercên guncav bin û bandorek erênî ya herî xurt li ser pêvajoya aştiyê hebe, amade ye ku dewleta Filîstîne nas bikin."

Sanchez gelek caran helwesta hikûmeta Îsraîlê ya bi serokatiya Benjamin Netanyahu ji destpêka pevçûna li Xezayê ve rexne kiriye.

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser a Filîstînê, ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 137 welatan ragihandine ku ew dewleta Filîstînê nas dikin.

Swêd a ku di YE’yê de xwedî civateke mezin a Filîstînî ye, di sala 2014’an de  vê yekê kiribû. Komara Çek, Macaristan, Polonya, Bulgaristan, Romanya û Qibrisê beriya ku bibin endamê Yekîtiya Ewropayê dewleta Filistînê nas kirin.