Li Sydneyê êrîşa bi kêrê: 6 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Sydneyê di êrîşa ku li navenda danûstendinê hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Polîsekî êrîşkar gulebaran kir û pêşî li komkujiyeke mezintir girt.

Êrîşa herî kujer a heşt salên dawî li Awûstralya pêk hat. Di êrîşa bi kêran de ku danê nîvro li navendeke bazirganiyê ya mezin li Sydney pêk hat, 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de pitikek û dayika wî jî hene. Rayedaran diyar kirin ku zaroka 9 mehî li nexweşxaneyê emeliyat kirin û dayika ku di medyaya herêmî de navê wê Ash Goog (38) derbas dibe jiyana xwe ji dest da.

Êrîşkar ji aliyê polîsekî ku ji hêla kesên ji cihê bûyerê direviyan beralî navenda bazirganiyê kirin ve hat gulebaran kirin. Polîsê ku êrîşkar bêbandor kir ji aliyê serokwezîrê welêt ve wek qehreman hat îlankirin.