Li Elmanyayê bi gumana sîxuriyê du Rûs hatin girtin

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal a Elmanyayê du Rûs yên ku bi gumana ji bo sabotekirina piştgiriya leşkerî ya ji Ûkraynayê re plansaziya çalakiyên sabotajê kirine, hatine girtin.

Hate ragihandin ku ew du kes hemwelatiyên Elmanyayê ne û li başûrrojhilatê Elmanyayê li bajarê Bayreûth ê herêma Bavyerayê hatine binçavkirin.
 
Hate ragihandin ku navên van her du kesan Dîeter S. û Alexander J. ye û her du kes ‘tesîsên hêzên çekdarî yên Emerîkî’ ji di nav de bi lêkolîna hedefên êrîşê yên li Elmanyayê, tên sûcdarkirin. 

Li malên her duyan jî lêgerîn pêk hatin. Her wiha kesê bi navê Dîeter S. bi ‘ji bo komplo û agirberdêriyê bikaranîna teqemeniyan, sîxurtiya sabotajê, teswîrkirina tesîsên leşkerî, endamtiya rêxistina terorî ya biyanî û amadekirina çalakiyeke tundiyê ya ku zirarê bide dewletê’ tê sûcdarkirin.

Li gorî medyaya Elmanyayê kesê bi navê Dîeter S. di navbera Kanûna 2014’an û Îlona 2016’an de li rojhilatê Ûkraynayê di nava yekîneyeke  ‘Komara Gel a Donetskê’ de weke şervanekî cih girtiye û têkildarî vê yekê gumanên ku çek li gel kesê berbehs heye, xurt in.