Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê

Rageşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe û têkildarî vê yekê Wezareta Karên Derve ya Fransayê roja Înê bang li welatiyên xwe kir ku neçin welatên weke Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê.

Li gorî agahiya ku Wezareta Karên Derve ya Fransayê dayî AFP'ê divê welatiyên Fransayê neçin welatên weke Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê.

Ev daxuyanî piştî hedefgirtina Îsraîlê ya balyozxaneya Îranê ya li Şamê û gefên Îranê yên lêxistina Îsraîlê hate dayîn.

Her wiha wezaretê banga vegera malbatên karmendên dîplomatîk a ji Tehranê û qedexekirina karkirina karmendên Fransayê ya li van welatên berbehs, kir.