Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyên li Xezeyê nêzî 34 hezarê bûye.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyên li Xezeyê nêzî 34 hezarê bûye.
Li gorî Hamasê di şerê ku zêdeyî 6 meh in dewam dike de, di encama êrîşên Îsraîlê de 33 hezar û 843 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku di heman pêvajoyê de 76 hezar û 575 kes jî birîndar bûne û got ku di nava 24 saetan de herî kêm 46 kes mirine.