Li Endonezyayê volkan teqiya, xeteriya tsûnamiyê rû da

Li Endonezyayê roja Pêncşemê volkan teqiya û hişyariya tsûnamiyê hate kirin. Bi hezaran kes hatin veguhestin.

Volkanê Rûangê ji roja Sêşemê ve pênc caran teqiya û ewrekî ji xwelî yê bi kîlometreyekê bilind afirand. Wezareta Ragihandinê neçar ma ku balafirgeha navneteweyî ya Manado bigire ku bi sed kîlometreyî dûrî cihê volkanê ye.

Ji devê kratera volkanê roja Çarşemê lav herikî ku ev yek bû sedem, rayedar bikevin nava liv û tevgerê. Asta alarmê jî kirin asta çaran ku ya herî bilind e.

Volkanê li giraveke biçûk a eyaleta Sûlawesî ye, sibeha Pêncşemê hîn jî teqiya û dû jê bilind bû.

Rayedaran diyar kirin ku li herêma nêzî volkanê 11 hezar kes hatine veguhestin.

Pêşniyar li şêniyên herêmê tê kirin ku bi şeş kîlometreyan xwe nêzî volkan nekin.

Rayedar her wiha ji rûdana tsûnamiyê bi fikar e.

Endonezya li ser Xeleka Agir a Pasîfîk e ku liv û tevgera volkanîk lê zêde ye. Li vî welatî nêzî 130 volkanên çalak hene.