Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Emerîkayê

Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê diyar kir ku Serokwezîrê iraqê Muhammed Şiya Sûdanî çûye Emerîkayê.

SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ ÇÛ DYE’YÊ

Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê di derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî ya ji bo Emerîkayê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro li ser vexwendina serokê Emerîkayê Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî û şandek payebilind berê xwe da Emerîkayê.

Di dewamê de tê gotin ku armanca serdana Sûdanî ya ji bo Emerîkayê ewe ku li ser çend mijarên cûda ji wana jî hebûna hêzên hevpeyman a li Iraqê nîqaş bikin.