Nasnameya 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên ku di şerê Ûkraynayê de mirin hate tespîtkirin!

Servîsa BBC’ê ya Rûsî û malpera dijîtal Medîazonayê îdia kirin ku wan nasnameya zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên li Ûkraynayê hatine kuştin, tespît kirine.

Li gorî lêkolîneke hevpar a servîsa BBC’ê ya Rûsî û malpera dijîtal Medîazona ya Rûsî ji Sibata 2022’yan heya niha ku destpêka dagirkeriya Ûkraynayê ye, zêdetirî 50 hezar leşkerên Rûsyayê yên hatine kuştin, hatine tespîtkirin.

Ji destpêka şer heya niha ne Ûkraynayê û ne jî Rûsyayê têkildarî windahiyên xwe yên şerî daxuyaniyeke fermî  nedane.

Her du medyayên berbehs jî îdîa nakin ku encamên wan bi dest xistine, netemam in.

Rayedarên Ûkraynayê di dawiya meha Sibatê de texmîn kiribûn ku hejmara leşkerên hatine kuştin 31 hezar e. Artêşa Rûsyayê jî gelekî kêm windahiyên xwe yên leşkerî parve dike.

Di Tebaxa borî de New York Timesê li gorî agahiyên rayedarên Emerîkî windahiyên artêşa Rûsyayê weke 120 hezar kesî, ragihandibû.