Serokkomarê Îranê wê serdana Pakistanê bike

Hikûmeta Pakistanê ragihand ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê ji roja Duşemê heta Çarşemê serdana Pakistanê bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve, Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê û mirovên kar wê bi Serokkomarê Pakistanê Asif Alî Zardarî û Serokwezîr Şehbaz Şerîf re hevdîtinê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Reîsî beriya ku biçe Srî Lankayê, wê roja Çarşemê serdana Lahor a li rojhilatê Pakistanê û bajarê Karaçî yê li başûrê welêt jî bike.

Tehran û Îslamabad, 16’ê Çileyê bi fuze û balafirên bêmirov êrîşî komeke çekdar a Îranê kiribû û têkîliyên di navbera her du welatan de sekinî bûn. Li Pakistanê piştî du rojan, li parçeyê Îranê ya Belûcistanê, bi îdîaya ku li dijî heman endamên koma çekdar, êrîş hatibû kirin.

Li gorî rayedaran li herêma Belûcistanê ya ku her du welat di navbera xwe de parve dikin, di her du êrîşan de piranî jê zarok û jin 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî lihevnekirina qasî çend rojekan, her du welatan ragihand ku têkîliyên wan veguherîne mîna berê. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Abdullahiyan Îslamabad di dema serdana xwe de diyar kiribû ku Îran û Pakistan “wê destûr nedin ku terorîzm wan bixe metirsiyê”.