Reîsî di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çend saetan piştî teqîna li Îsfehanê daxuyaniyek da lê belê di daxuyaniya xwe de qala teqîna li Îsfehanê nekir.

Reîsî têkildarî operasyona di 13'ê Nîsanê de ya li dijî Îsralê got ku ev operasyon nîşaneya otorîteya dewleta Îranê, îrade û yekîtiya gelê Îranê ye.

Serokomar Reîsîyî qala teqîna li nêzîkî navenda  Îsfehanê nekir ku teqîn ji aliyê medyaya Emerîkî ve weke êrîşeke Îsraîlê hate ragihandin.

LI GORÎ ÎRANÊ TU ÊRÎŞ PÊK NEHATINE 

Huseyîn Dalîrîan ê berdevkê ajansa fezayê yê Îranê got: ‘’Agahiyên ku ji aliyê medyaya Emerîkî ve hatine ragihandin ne rast in. Heya niha ji derveyî sînorê Îranê li dijî Îsfehan û deverên din tu êrîşên hewayî pêk nehatine.’’

Dalîrîan li ser medyaya dîjîtal X’ê peyamek weşand û got: ‘’Bes hewldaneke biçûk a firandina dronekê çêbû lê belê ew jî hate xistin. Her wiha Dalîrîanî derheqê berpirsiyarên vê bûyerê de tu agahî neda.