Li Çînê lehî rabû: 11 kes winda bûn, bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin

Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû. Herî kêm 11 kes winda bûn û bi deh hezaran kes hatin tehliyekirin.

LI ÇÎNÊ LEHÎ

Gûangdong ku bi paytext Gûangzhû re eyaleta herî dewlemend û herî qelebalix a welêt e û sembola hêza hilberînê ya Çînê ye, ji roja Pêncşemê ve di bin bandora baranên tund de ye.

Li gorî rayedarên herêmî, barana zêde ya bi tund bû sedem ku çem bilind bibin û rê li ber tirsa “lehiya sedsalê” vekir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê, “Piştî baranên tund ku di rojên dawî de gelek herêmên Gûangdong’ê bandor kir, 11 kes winda ne.”

Ajansa nûçeyan New Chîna ragihand ku zêdeyî 53 hezar kes li eyaletê hatine tehliyekirin.