Li gorî CIA’yê ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ûkrayna îsal şer winda bike

Karbidestek CIA'yê roja Pêncşemê ragihand ku ger DYE’ê alîkariyek cidî nede, wê Ûkrayna heta dawiya sala 2024'an şerê li dijî Rûsyayê winda bike.

Meclîsa Nûneran a Emerîkayê piştî dorpêça siyasî ya bi mehan, wê roja Şemiyê ji bo pakêteke alîkariyê ya ji 61 mîlyar dolarî ya ji bo Ûkraynayê ku piraniya wê leşkeriye deng bên danîn.

Karbidestek CIA’yê Bîll Burns li Navenda George W. Bush peyivî û diyar kir ku ger alîkariyeke cidî di warê leşkerî de bê kirin kapasîteya Ûkranya ya ku xwe bide hev heye.

Burns got, "Heta alîkariyek cidî nebe wê rewş xeternak be. Rîska ku heta dawiya sala 2024'an Ûkraynayî li qada şer winda bikin, ya jî qet nebe wê Pûtîn di pozîsyoneke ku şertên çareseriya siyasî diyar bike de be, rast e."

Di vê navberê de, li gorî rayedarên Ûkraynayê, ji roja Pêncşemê heta Roja Înê li herêma Dnîpropetrovsk a li başûrê Ûkraynayê di encama êrîşên Rûsyayê de herî kêm kesek mir, 9 kes jî birîndar bûn. Li herêma Sinelnykivskyî ya li başûr rojhilatê bajarê Dnîpro, jinek hat kuştin. Li gorî artêşa Ûkraynayê, Rûsyayê di şevekê de 36 êrîşên bi fuze û dronan pêk aniye.