Koreya Bakur ber bi Derya Japon ve fuzeyeke balîstîk avêt
Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ber bi Derya Japon ve avêtiye.
Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ber bi Derya Japon ve avêtiye.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Koreya Başûr got, "Koreya Bakur fuze avêt Derya Rojhilat ku weke Derya Japon tê pênasekirin."
Beriya vê daxuyaniyê Wezareta Parastinê ya Japonyayê têkildarî avêtina 'fuzeyeke balîstîk a gengaz' ji aliyê Pyongyangê hişyarî dabû.
Koreya Bakur salên dawî ceribandina fuzeyan zêde kir.