Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê li Îsraîlê xist

Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan baregeheke li bajarê Îlatê yê Îsraîlê hedef girtiye.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ

Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan îro danê sibehê bi balafireke bêmirov baregeheke li bajarê Îlatê yê Îsraîlê bombebaran kiriye.

Tevgera Têkoşîna Îslamî ya Iraqê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê êrîşên li dijî Îsraîlê berdewam bikin. Di derheqê hûrgiliyên bûyerê de agahî nehatin bidestxistin.