Li Çînê ji ber barana zêde alarm hate dayin
Li bajarê Gûangdongê yê Çînê ku navenda hilberînê ye, ji ber barana zêde alarma sor hate dayin.
Li bajarê Gûangdongê yê Çînê ku navenda hilberînê ye, ji ber barana zêde alarma sor hate dayin.
Servîsên meteorolojiyê yên vî bajarê ku nifûsa xwe 17.7 milyon mirov e û cîranê Hong Kongê ye, ev alarma ku asta herî bilind e ji saet 11:00 ê dema herêmî ve di meriyetê de ye.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku ji ber barana zêde rîska lehiyê 'pir bilind e'.
Ji roja Pêncşemê ve li vê eyaleta qelebalix a Çînê baran dibare. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê çar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes hatin veguhestin.