Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin

Li paytexta Kenya Naîrobiyê bendavek teqiya. Di encamê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Walî Sûsan Kîhîkî ji AFP'ê re axivî û got, "Heta niha 42 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hin kesên din hene ku di nava heriyê de mane û em hewl didin bibînin."

Bendav bi 100 kîlometreyî li bakur rojavayê Naîrobiyê ye, li nêzî bajarokê Maî-Mahîû yê li Geliyê Rîftê ye.

Li gorî rayedaran, ji ber teqîna bendavê mal û rê di binê avê de man.

JI BER LEHIYÊ 76 KES MIRIN

Roja Înê hikumeta Kenyayê bang li gel kiribû ku li hemberî barana zêde amade bin. Ji meha Adarê û vir ve di lehiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Nakûrû ya li Maî-Mahîû, di sala 2018'an de ji ber barana zêde û lehiyê bendava Solaî teqiya bû û 48 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.