CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Venezûela û Kolombiya daxwaza peymaneke koçberiyê ji DYE'yê dikin
Serokdewletên Kolombiya û Venezûelayê ji bo rawestandina koçberiya ji daristana Darîen a metirsîdar a ber bi DYE'yê, dixwazin bi Washîngtonê re li hev bikin. -
Roja 44'an: Îsraîl operasyonên xwe berfireh dike
Di şerê Îsraîl-Hamasê de roja 44'an e. Îsraîl operasyonên xwe berfireh dike. DYE'yê bang kir ku Şerîda Xeze û Şerîa Rojava bibin yek. WHO'yê jî li ser planeke ji bo valakirina nexweşxaneya El Şîfa dixebite. -
Komên Iraqê careke din li baregehên Emerîkayê xistin
Koma bi navê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê, ragihand ku wan êrîşî baregehên Emerîkayê yên li Sûriye û Başûrê Kurdistanê kirine. -
Ermenistan wê ji meha Sibatê ve bibe endamê fermî yê UCM’ê
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) ya li Laheyê ragihand ku Ermenistan ji bo beşdarbûna dadgehê bi awayekî fermî serlêdan kiriye û wê ji meha Sibatê ve bibe endam. -
Li peravên Yewnanistanê keştiya koçberan noqî avê bû
Hate ragihandin ku piştî keştiyek koçberan li peravên Girava Agathonîssî (Girava Keran) a li Behra Egeya Başûr noqî avê bû, jinekê jiyana xwe ji dest da û 18 kes hatin rizgarkirin. -
ICJ'ê ji hikumeta Şamê xwest ku tavilê dawî li êşkenceyê bîne
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku organa dadgeriyê ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî ye, ferman da Sûriyeyê ku dawî li êşkenceyê û kiryarên zalimane û biçûkxistinê bîne. -
Komîsyona Ewropayê wê bikaranîna glîfosatê 10 salên din jî dirêj bike
Komîsyona Ewropayê di daxuyaniya xwe ya roja Pênçşemê de ragihand ku ji ber di dengdana ji bo pêşeroja glîfosatê de piraniya pêwîst pêk nehatiye, destûra wê ya li YE’ê ji bo 10 salên din jî were nûkirin. -
Rêxistina Efûyê: Li Qeterê binpêkirina mafên karkerên koçber didome
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, got ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên li dijî karkerên koçber ku salek piştî Kûpaya Cîhanê ya 2022’an li Qeterê didome, kêm tişt hatine kirin. -
Li Elmanyayê li dijî komeleyên ‘Alîgirên Hîzbullah’ê operasyoneke berfireh hat lidarxistin
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ragihand ku li heft herêman 54 operasyonên berfireh li dijî komeleyên ku bi gumana piştgiriyê didin Tevgera Şîa a Hizbullah a Lubnanê hat kirin. -
Danûstandinên bi muxalîfên FARC'ê re jinûve destpê kirin
Hikumeta Kolombiyayê ragihand ku bi fraksiyona bingehîn a Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) re hevdîtinên ji bo aştiyê jinûve destpê kirine. -
Fînlandiya plan dike ku sînorê xwe yê bi Rûsyayê re bigire
Fînlandiyayê zêdebûna pêla koçberiyê weke hewldaneke bi zanebûn a Rûsyayê nirxand û diyar kir ku ew bi nêt e ku deriyên xwe yên sînor bigire. Kremlînê ragihand ku ew ji ber vê planê 'xemgîn' e. -
Dadgeriya Fransayê biryara girtina Esad da
Edaleta Fransayê têkildarî êrîşên kîmyewî yêns ala 2013'an biryara girtina Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad da. -
Li Îsraîlê rojane destûr ji 1.700 mirovî re tê dayin ku rahêjin çekê
Li gorî rojnameya Haaretzê, ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve 18 hezar sivîlên Îsraîlî çek kirîne. -
Li Iraq û Sûriyeyê mehekê 55 caran êrîş li hêzên DYE'yê hate kirin
Pentagonê ragihand ku li Iraq û Sûriyeyê di nava mehekê de 55 caran êrîş li hêzên DYE'yê hate kirin. Hate ragihandin ku di van êrîşan de bi dehan leşker bi sivikî birîndar bûne. -
Li Bexda teqîn
Li nêzî Herêma Kesk a Taxa Kerada ya Bexda teqîn rû da. -
Îsraîl li Xezeyê tevî parlamentoyê hemû saziyên Hamasê desteser kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezayê hemû avahiyên hikûmetê, parlemento û avahiyên polîsan ên girêdayî Hamasa Filîstînê desteser kirine. -
Şerê Îsraîl-Hamasê: Şer li derdora nexweşxaneyê giran dibe
Di roja 39’an a şerê Îsraîl-Hamasê de şer li derdora nexweşxaneya El Şifa giran dibe. -
Li Fransayê di çalakiyên dijî Cihûyan de heta niha 600 kes hatine binçavkirin
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn ragihand ku ji 7’ê Cotmehê dema destpêkirina Şerê Îsraîl–Hamasê û vir ve 1500 çalakiyên li dijî Cihûyan hatine lidarxistin û nêzîkî 600 kesî hatine binçavkirin. -
Îranê cezayê darvekirinê li du çalakgerên protestoyî birî
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê li du çalakgerên din ên protestoyî birî, ku têkildarî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin girtin. -
Li Sûriyeyê êrîşeke din li ser baregeha DYE'yê hate kirin
Li Sûriyeyê piştî êrîşa DYE'yê ya li ser cihên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, êrîşên li dijî baregehên DYE'yê zêde bûn. -
NY dikare di nava 48 saetan de alîkariyên mirovî yên li Xezeyê rawestîne!
Serokê Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo Xezeya ku di bin dorpêça Îsraîlê deye hişyarî da ku ji ber destûr nayê dayîn sotemenî derbasî herêmê bibe, dibe ku xebatên alîkariyên mirovî di nava 48 saetan de bên rawestandin. -
Elmanya dê alîkariyên xwe yên leşkerî yên ji bo Ûkraynayê zêdetir bike
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya ku plan dikin sala 2024’an li Ûkraynayê bikin, wê du qat zêdetir bikin. -
Roja 38’an: Li gorî Hamasê nexweşxane nikarin xizmetê bikin
Di roja 38’an a şerê Îsraîl-Hamasê de, Hamasê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li Xezeyê nikarin xizmetê bikin û li nexweşxaneya El Şifayê 6 pitikên premature mirine. YE’yê şermezar kir ku Hamas nexweşxaneyan bi kar tîne. -
Li Hindistanê tunel hilweşiya, herî kêm 40 karker asê man
Li bakurê Hindistanê di çarçoveya Projeya Rêya Char Dam de tuneleke rêya bejahî dihat avakirin. Ji ber hilweşîna tunelê herî kêm 40 karker asê man. -
Roja 37’an: Nexweşxane vediguherin morgê, Netanyahû ‘tiştek din’ dixwaze!
Di roja 37’an a şerê Hamas û Îsraîlê de li nexweşxaneyên li Xezeyê fikar zêde dibin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû got ku ew ‘tiştek din’ ji Rêveberiya Fîlîstînê dixwaze.