Li gorî Trump, Misir û Urdun wê Fîlîstiniyan qebûl bikin

Serokê DYE’yê Donald Trump îdîa kir ku Misir û Urdun tevî ku redkirine jî wê Filîstîniyên hatine koçberkirin qebûl bikin.

Donald Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî û teqez kir ku Urdun û Misir dê Filistîniyên ku hatine koçberkirin qebûl bikin.

Trump, li ser pirsa rojnamevanek ka ew ê çawa bikaribe helwesta Amman û Qahîreyê biguherîne ev tişt gotin, ''Em ji bo wan gelek tiştan dikin û ew ê ji bo me gelek tiştan bikin'' lê hûrgilîyên bêhtir parve nekir.

Serokê Misrê Abdul Fettah El-Sîsî û Qralê ll yê Urdunê Abdulah roja Çarşemê bi awayekî fermî fikra Donald Trump red kirin.

Nêzî 2,4 mîlyon mirovên li Şerîda Xezeyê ku di bin dorpêça Îsraîlê de dijiyan, neçar man ji ber şer koçber bibin.

Donald Trump roja Duşemê îdîa kiribû ku gelê Xezeyê wê karibin 'li herêmên gelekî ewle û dibe ku gelekî rehettir bijîn'. Ev pêşniyara Trump li Rojhilata Navîn û Ewropayê hate şermezarkirin.