Girtiyên Fîlîstînî wê bên şandina Katar û Tirkiyeyê!

Hat ragihandin ku Katar û Tirkiyeyê peymanek têkildarî berdana girtiyên Fîlîstînî û hatina welatên wan, qebûl kirine. Tê diyarkirin ku peyman di çarçoveya hevdîtinên navbera Hamas û Îsraîlê de hatiye koordînekirin.

Li gorî nûçeya Times of Israel, Misir wê demkî malûvaniyê ji van girtiyan re bike. Hat ragihandin ku Tirkiye wê qasî 15 girtiyên Fîlîstînî qebûl bike, Katar jî wê berpirsyariya yên mayî bigire ser xwe. Lê belê hat gotin ku muzakere dewam dikin û dibe hin welatên din jî malûvaniyê ji van girtiyan re bikin.

Îsraîlê ji bo girtiyên Fîlîstînî yên ji ber cînayetê hikum xwarine, li Xeze yan jî Şerîayê bernede, di çarçoveya peymanê de daxwaz kir ku ev girtî transferî welatên cuda bên kirin. Hamasê jî di çarçoveya vê peymanê de soz da ku wê du lîderên girîng Mervan Barguti û Ahmet Saadat di qonaxa duyemîn a agirbestê de berde.