Salwan Momîka yê ku li Swêdê Quran şewitandibû di êrîşa çekdarî de hat kuştin

Çapemeniya Swêdê da zanîn ku Salwan Momîka yê ku bi çalakiyên şewitandina Quranê di nav alema Îslamî de bûbû sedema nerazîbûn û bertekan, roja pêncşemê di encama êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.

Hat raginadin ku Salwan Momika yê ku bi çalakiyên wekî şewitandina Quranê, di sala 2023’an de li welatên Misilman bibû sedema protestoyên bihêrs, li taxeke derve ya Stockholmê hat kuştin. Dihat hêvîkirin ku Dadgeha Stockholmê derbarê Salwan Momîka de bi tewanbariya arizandina nefreta etnîk roja pêncşemê biryarê bide, lê hat diyarkirin ku ji ber “mirina bersûcekî” biryar hatiye taloqkirin. 

Salwan Momika Îraqiyekî Xristiyan bû û di 28’ê Adara 2024’an de ji aliyê polîsên Norwecê ve hatibû binçavkirin. Li ser daxwaza Îraqê gefa dersînorkirinê li ser hebû. Destûrnameya wî ya rûniştinê jî di dawiya meha Adarê de hatibû betalkirin.