Di navbera Îtalya û Erebistana Siûdî de peymana “stratejîk” a 10 milyar dolarî

Serokwezîra Îtalî Giorgia Meloni da zanîn ku piştî hevdîtina bi Welîahtê Siûdî Muhammed bin Selman re, di navbera her du welatan de bi qîmeta 10 milyar dolarî peyman hatine îmzekirin.

Hat diyarkirin ku armanca van peymanan ew e ku têkiliyên dualî yên di navbera van her du welatan de bigihînin hevkariyeke stratejîk.

Di nav peymanan de ya herî berbiçav ew e ku saziya krediyên îxracatê ya Îtalyayê (SACE) dê ji bo projeya Erebistana Siûdî NEOM’ê 3 milyar dolar garantî bike.

NEOM, di navenda projeya Erebistana Siûdî ya “Vizyon 2030” de cih digire û wek bajarekî li perava Behrasor a 9 milyon kesî tê sêwirandin.

Meloni diyar kir ku “Hevkariya me xwedî potansiyeleke newaze ye û ez hêvî dikim ku ev serdan ji bo hevkariya me bibe merhaleyeke nû.”