Îranê ji bo danûstandinên nukleerî bang li welatên Rojavayî kir
Îran, diyar kir ku eger welatên Rojavayî nêzîkatiyeke cidî raber bikin, ew ji bo li ser bernameya nukleerî danûstandinan bike amade ye.
Îran, diyar kir ku eger welatên Rojavayî nêzîkatiyeke cidî raber bikin, ew ji bo li ser bernameya nukleerî danûstandinan bike amade ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bahaî, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya dewletê ya bi navê "Îran" de got, "Eger aliyê din cidî bin em her tim amade ne danûstandinan bikin. Me ev sekn gelek caran dubare kir."
Tehran di demên dawî ji bo danûstandinên li ser nukleere peyam dide welatên rojavayî ku ew ji diyalogê re amade ye. Aliyê Îranê di 20'ê Çileyê de bi daxuyaniyekê hêviyên xwe anî ziman ku rêveberiya nû ya li DYE'yê 'nêzîkatiyeke rasteqîn' a ji dema Trûmp cudatir raber bike.
Di sala 2018'an de serokê demê yê DYE’ê Donald Trûmp bi awayekî yekalî xwe ji peymana ku di sala 2015’an de bi Îranê re hatibû îmzekirin, vekişand. Ev peyman di berdêla rakirina cezayan de ango kêmkirina wê de hatibû îmzekirin. Piştî vê pêngavê, Îranê gav bi gav sozên xwe yên li gorî peymanê sekinand.
HEVDÎTINÊN VEŞARTÎ YÊN LI CENEVREYÊ
Rayedarên Îranê û nûnerên Elmanya, Brîtanya û Fransayê di nîvê meha Çileyê de li Cenevreyê civîneke veşartî lidarxistin. Hevdîtin ji aliyê her du aliyan ve weke "samîmî û çêker" hatin nirxandin. Lê belê hê daxuyaniyek li ser nehatiye dayîn ku di bernameya xwe ya nukleerî de pêşketineke şênber hatiye kirin yan na.