Îranê baregeheke behrî ya binerdî ya nû îlan kir

Hêzên deryayî yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, baregeheke deryayî ya binerdî ava kir.

Televîzyona Îranê diyar kir ku li vî bajarê binerdî bi sedan mûşek hatine depokirin û ev mûşek di demek kurt de dê werin bikaranîn.

Fermandarê Muhafizên Şoreşê General Huseyîn Selamî û Fermandarê Hêzên Deryayî Tûxamîral Alîriza Tangsîrî jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Îranê piştî Şoreşa Îslamî ya 1979’an, bi DYE’yê re têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut kirin û ji ber ferzkirinên Washingtonê mecbûr ma ku bi xwe endustriya xwe ya parastinê pêş bixe. Îran îro ji sîstemên parastina hewayî bigire heta mûşek û balafirên bêmirov, xwedî kapasiteyeke berfireh a çekên xwemalî ye.