DAXUYANIYA TRUMP A LI SER XEZEYÊ
Donald Trump di vegera ji Floridayê de li balafira Air Force One axivî û got, "Şerîda Xezeyê salên dûr û dirêj mîna dojehê bû."
Trump got, "Ji ber vê yekê, bi dîtina min mirov dixwazin li herêmên hîn ewle û rehet bijîn."
Li ser pirsa 'Ji çareseriya bi du dewletan a navbera Îsraîl û Fîlîstînê hîn bawer dike yan na?' Serokê DYE'yê diyar kir ku wê mijarê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re 'di demeke ne dûr de' biaxive û got, "Wê bê vê derê."
Donald Trump roja Şemiyê daxuyaniyek dabû, fikrê plana 'paqijiyê' ya li Şerîda Xezeyê anîbû ziman û xwestibû Fîlîstîniyên li vê herêmê 'ji bo aştiyê' bişîne Misir û Urdunê. Cîhana Ereb li ber vê yekê rabû bû.