Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Kabûlê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi, piştî ku Talîbanê li ser desthilatdariya Afganistanê hate danîn, bû yekem Îraniyê astbilind ku serdana vî welatî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, roja yekşemê serdana Kabûlê kir. Îran û Afganistan xwedî sînoreke ji 900 kîlometreyî zêdetir in. Dema ku di sala 2021’ê de rêveberiya Afanistanê guherî, Îrana ku Balyozxaneya xwe ya Kabûlê parast, bi awayekî fermî hikûmeta Talîbanê nas nake. Li gor medyaya Îranê Arakçi li balafirxaneya Kabûlê ji aliyê rayedarên Afganî ve hatiye pêşwazîkirin. 

Hat diyarkirin ku “şandeya aboriyê” bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re çûye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi hevpîşeyê xwe Emîr Han Muttakî re hevdîtin kir û bi Cîgirê Afgan Abdulganî Baradar re jî hevdîtinê pêk bîne ku Baradar bi Molla Omer re Talîban ava kiribû. Piştî ku Talîban hat ser desthilatê heta niha hejmareke zêde însanan koçî Îranê kir. Îran hewl dide ku vê koçberiyê bi dersînorkirinên komî asteng bike. Her wiha li ser hemû sînorê di navbera Îran û Afganistanê de dîwar hat danîn. 

Li gor rapora ku Qasidê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Saîd Îravanî pêşkêş kir, Îranê ji 6 milyonan zêdetir penaberên Afgan hene.