Somalî: Nûnerên giring ên DAÎŞ’ê di êrîşa DYE’yê de hatin kuştin
Hikûmeta herêma nîv-xweser a Puntlandê ya Somaliyê, da zanîn ku di encama êrîşên DYE’yê yên li ser Çiyayên Golidê de nûnerên giring ên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Hikûmeta herêma nîv-xweser a Puntlandê ya Somaliyê, da zanîn ku di encama êrîşên DYE’yê yên li ser Çiyayên Golidê de nûnerên giring ên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Di daxuyaniya hikûmeta herêmî de wiha hat gotin, “Bi êrîşên hewayî yên dawî re kuştina nûnerên giring ên DAÎŞ’ê, berî merheleya duyemîn a operasyona me bû gaveke giring.”
Donald Trump diyar kiribû ku DYE’yê roja şemiyê li dijî çend DAÎŞ’iyan êrîşên hewayî pêk anîne. Trump li ser tora dîjîtal Truthê ev daxuyanî da: “Armanca van êrîşan lîderekî DAÎŞ’ê yê ku berpirsiyarê êrîşan bûye û terorîstên din e ku li Somaliyê beşdarî koma çeteyan bûne.”
Trump diyar kir ku şikeftên DAÎŞ’iyan hatine rûxandin û gelek terorîst hatine kuştin. Trump navê berpirsiyarê DAÎŞ’ê yê ku kirine hedef neda.
Çeteyên DAÎŞ’ê li gor Şebaba girêdayî El Kaîdeyê li Somaliyê xwedî hebûneke biçûktir in lê belê NY’yê hişyar kir ku komên girêdayî DAÎŞ’ê zêde bûne.