Îran tetbîqatên leşkerî yên berfireh pêk tîne

Medyaya dewleta Îranê, ragihand ku Mûhafizên Şoreşê li Kendavê û Tengava Hurmuz a stratejîk tetbîqatên leşkerî pêk tîne.

Televîzyona dewletê, ragihand ku li seranserî welêt di çarçoveya tatbîqatên bi navê ‘îktîdar’ li Kendavê û Tengava Hurmuz a stratejîk tetbîqatên leşkerî ya berfireh daye destpêkirin. 

Hat ragihandin ku di dema tatbîqatê de ligel keştiyên lezgîn, fuze ji bejahî û deryayî hatine bikar anîn.

Tetbîqatên ku di destpêka meha Çileyê de ji aliyê hêzên çekdar û Mûxafizên Şoreşê ve hatin destpêkirin, tê payîn ku heta nîvê meha Adarê dewam bikin.

Fermandarê hêzên deryayî yê Mûhafizên Şoreşê Alîriza Tangsîrî ji televizyona dewletê re axivî û îdîa kir ku, “Ew bi van tetbîqatan ji bo welatên cîran peyama aştî û dostaniyê didin” û got, “Em dikarin ewlehiya vê herêma stratejîk û hesas pêk bînin.”

Tetbîqat li sê giravên stratejîk Gora Mezin, Gora Biçûk û Ebû Mûsa ya li kendavê tê pêkanîn. Ev herêm jî li nêzî Tengava Hurmuz e ku ji pênc parên berhemên petrolê ya cîhanê di wir re derbas dibe ye. 

Ev hersê girav di bin kontrola Îranê de ne. Lê belê bi Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, yên doza maf li ser van gravan dikin re nelihevkirinên wê heye.