Biryara şandina balafira leşkerî, rojek piştî rageşiya polîtîk a di navbera her du welatan de hat dayîn.
Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro diyar kir ku wê balafir dakevin bajarên San Diego û Houstonê yên DYE'yê û wê berê sibehê welatiyên wan bigihêjin xaka Kolombiyayê.
Gustavo Petro got, "Ew ê ji aliyê hêzên me yên ezmanî ve bên veguhestin û bêyî kelemçekirin wê bigihêjin vir."
Ev geşedan, piştî gefên baca gumrikê yên ku DYE'yê li dijî Kolombiyayê xwarin pêk hat.
Donald Trump roja yekşemê diyar kiribû ku wê li ser Kolombiyayê hin cezayan bisepîne û ev yek bibû sedema zêdebûna rageşiyê.
Rayedarên DYE'yî diyar kirin ku heta ku sefera yekem a penaberên Kolombiyayî bi serketî bi encam bibe, ew ê li hember welatiyên Kolombiyayê sînordarkirinên vîzeyê bidomînin.