Trump pêşniyar kir ku Xezeyiyan bişîne Misir û Urdunê

Serokê DYE’yê Donald Trump, piştî rûxandina dijwar a Xeta Xezeyê, “plana paqijiyê” avêt holê û diyar kir ku ew dixwaze Filistiniyên li herêmê “ji bo demekê” an jî “ji bo demeke dirêj” bişîne Misir û Urdunê.

Donald Trump di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: “Em behsa 1,5 milyon kesî dikin û em li vir paqijiyê dikin. Wekî hûn dizanin bi sedan salan li vê herêmê gelek şer û pevçûn çêbûn. Nizanim, divê hin tişt werin kirin.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), piştî şerê 15 mehan bi Îsraîlê re,  axa Filistînê şiband “kavilekî”.

Trump diyar kir ku wî derbarê mijarê de bi Keyserê Urunê Abdullah II re axiviye û wê roja yekşemê jî bi Serokkomar Abdul Fettah el Sîsî re heman hevdîtinê bike.

Trump got: “Ez dixwazim Misir hembêza xwe ji mirovan re veke. Her wiha Urdun jî. Dibe ku koçberiya Xezeyiyan “demkî an jî demdirêj bibe. Niha bi temamî wekî kavilekî ye, hema bêje her tişt tê hilweşandin û mirov jî li wir dimirin. Loma hevkariya bi hin welatên Ereb re û avakirina avahiyan li cihekî ku bikarin ji bo carekê be jî bê şer bijîn pêşniyar dikim.”

Piraniya gelheya 2.4 milyonî ya Xezeyê, ji ber şerê 7’ê Cotmrha 2023’an de dest pê kirin, gelekên wan du sê caran ji cih û warê xwe bûn. Agirbesta ku di 19’ê Çileyê de li Xezeyê dest pê kirî, didome. 

Trump berî ku di 20’ê Çileyê de bibe serok, li ser her du aliyan jî ji bo hevpeymanê zexteke mezin kiribû.